Encûmena Wezîran encama serdana şanda Herêmê bo Bexdayê gotûbêj kir
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 7ê Kanûna 2022yan, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û di civînê de encama serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê hat gotûbêjkirin.
Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 7ê Kanûna 2022yan, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û di civînê de encama serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê hat gotûbêjkirin.
Di civîna Encûmena Wezîran de encama serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û civînên şandê yên ligel şanda Hikûmeta Federal a Iraqê yên li ser mijarên "budceya Herêmê, petrol û gaz, gumrig û deriyên sînor, Dîwana Çavdêriya Darayî", ji aliyê Wezîrê Plandanîn û endamên din ên şanda hikûmetê ve hatiye pêşkêşkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kiriye, Herêma Kurdistanê her dem amade bûye ku kêşeyên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê were çareserkirin, herwih destnîşan kiriye ku niha derfeteke nû derketiye holê ji bo çareserkirina kêşeyan di çarçoveya rêkeftina aliyên siyasî yên Iraqê de ji bo pêkanîna hikûmetê û rêbaza wezarî ya kabîneya nû ku di 27/10/2022yan de parlamentoyê jî hatiye pesendkirin û rêkar û mekanîzmaya çareseriya kêşeyan destnîşan kiriye.
Encûmena Wezîran biryar da, şanda Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya gotûbêj û danûstandinan, di rojên bê de, serdana Bexdayê bike û lijneyên hevbeş ên herdu aliyan dest bi civînên xwe bikin, bi arasteya gihîştina çareseriya hevbeş a li ser bingeha nexşerêya ku di civîn de hatiye pesendkirin.
Di civînê de li ser nexşerê û mekanîzmaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê çareserkirina kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de gotûbêj hatiye kirin. Encûmena Wezîran pêşwazî li biryara Hikûmeta Federal a Iraqê ya ji bo jinûve pêkanîna Lijneya Cîbicîkirina Maddeya 140 a Destûra Iraqê kiriye û daxwaz dike ku budceyeke pêwîst ji bo vê lijneyê were terxankirin û pêwîstiyên wê yên din werin dabînkirin ji bo jiholêrakirina astengiyên li ber cîbicîkirina maddeya 140 a destûrê.
Di beşeke din a civînê de Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, nêrîn û têbîniyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yên li ser reşnivîsa proseyasaya Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê pêşkêş kir ku berevajî destûra Iraqê hatiye amadekirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku dariştin û birêvebirina siyaseta çavkaniyên avê, li gor destûrê hatiye rêkxistin û Herêm bi ti awayî dest ji maf û desthilatên xwe yên destûrê bernade û divê Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê hevaheng û hevkar bin, da ku bi awayekî herî baş sûdê ji çavkaniyên abê werbigre, ku çavkaniyeke girîng a niştimanî ye, ku guherînên jîngeh û keş û hewayê gefeke rasteqîn e li ser jiyana welatiyan û mixabin Iraq û Herêma Kurdistanê jî, yek ji wan navçeyan in ku rûbirûyî bandorên neyênî yên keşûhewa û biyabanbûn û hişkesalî û qeyrana kêmbûna avê bûne û ev jî ji her kesî wisa dixwaze ku hevaheng û hevkar bin ji bo kêmkirin û sînordarkirina ziyanên guherîna keş û hewayê.