Seroka Hungaryayê serdana Herêma Kurdistanê dike
Katalin Novak dê serdana Herêma Kurdistanê bike û ji aliyê rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê were kirin.

Hewlêr (K24) – Seroka Hungaryayê Katalin Novak sibe roja Înê dê serdana Herêma Kurdistanê bike, ku ev yekem car e serokekî wî welatî serdana Herêma Kurdistanê dike.
Malpera Daily News a Hungaryayê ragihandiye, sibe roja Înê 9ê Kanûna 2022yan, Seroka Hungaryayê Katalin Novak dê serdana Iraqê bike û di serdana xwe de jî, serdana serbazên welatê xwe û projeyên mirovî bike, ku bi serperiştiya bernameya alîkariyê ya Hungaryayê têne cîbicîkirin.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, di wê serdanê de, Seroka Hungaryayê Katalin Novak dê serdana Herêma Kurdistanê bike û ji aliyê rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê were kirin.
Ev serdana Seroka Hungaryayê, wek serdana duyem a seroka welatên cîhanê bo Herêma Kurdistanê tê dîtin, piştî serdana Serokê Fransayê.
Katalin Novak di 10ê Gulana 2022yan de wek yekem jin di dîroka Hungaryayê de wek serokomar hat hilbijartin û bû seroka herî ciwan a welatê xwe ku 44 salî ye.