Mesrûr Barzanî ligel Seroka Hungaryayê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Hungaryayê (Macaristan) Katalin Novak civiyan.

Di hevdîtinê de pêşkeftina pêwendiyên di navbera Hungarya û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî xweşhaliya xwe li hember serdana Seroka Hungaryayê nîşan da û spasiya Hungaryayê jî kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de piştevaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike. Serokwezîr her wiha daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina pêwendiyên li gel Hungaryayê dubare kir.

Seroka Hungaryayê qehremaniya Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de bilind nirxand û amaje bi ewlehî, aramî, pêşkeftin û bexteweriya Hewlêr û Herêma Kurdistanê kir. Her wiha amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Çaksaziyên Kabîneya Nehemîn û giringiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, mijareke din a hevdîtinê bû.

Seroka Hungaryayê Katalin Novak duhî Înê 9/ 12/ 2022 gihîşt Herêma Kurdistanê a û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Fly Erbil Advertisment