Seroka Hungaryayê ji Herêma Kurdistanê re: Em ji bo piştgirîkirina we li vir in

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Hungaryayê Katalin Novak di duyemîn roja serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de ragihand, “Em ji bo piştgiriya we li vir in. Ev ne tiştekî ku li vir bi dawî bibe ye û em dixwazin berdewam bin.”

Seroka Hungaryayê Katalin Novak îro 10/ 12/ 202an di merasîma vekirina dibistana Melso ya Navdewletî li bajarokê Enkawayê de gotarek pêşkêş kir û di destpêkê de behsa ala Kurdistanê kir û got: “Ez dibînim ku hûn ala Hungaryayê dinasin û ew wek ala we rengên wê yên sor, spî û kesk tê de hene, lê ro tê de nîne û got: “Em şanaz in ku ala Hungaryayê li vir li ba ye.”

Seroka Hungaryayê got: “Li gel ku em ne xwedî nifûseke zêde ne û em ne welatekî dewlemend in jî, lê em dixwazin alîkariyê bikin û her kesê ku pêwîstiya wî bi alîkariyê hebe, em amade ne. Em ji bo piştgiriya we li vir in, ev ne tiştekî ku li vir bi dawî bibe ye û em dixwazin berdewam bin.”

Derbarê hevkar û pêwendiya welatê wê bi welatên din re, Seroka Hungaryayê got: “Pêwendiyên me li ser sê rêbazan tên danîn. Ya yekem, em rêzê li aliyê din digirin û ev tê wateya ku em rêzê li serweriya neteweyên din digirin. Ya duyemîn jî, em piştgiriyê didin çareseriyln demokratîk. Ya sêyem jî, em teror û êrîşan şermezar dikin.”

Serokê Hungaryayê dilgiraniya xwe anî ziman ku bi hezaran xiristiyan li çend welatan hatine çewsandin û got: “Mixabin li gelek welatan bi hezaran Xiristiyan di bin çewisandinê de ne û divê ev yek bê nîqaşkirin. Me kar kir ku nîv milyon welatiyên me vegerin malên xwe û li zêdetirî 50 welatan xizmet pêşkêşî me kirin.”

Seroka Hungaryayê Katalin Novak derbarê vekirina dibistana Melso ya Navdewletî li bajarokê Enkawayê de got: “Me ji serkirdeyên van deveran pirsî ka em çawa dikarin zêdetir alîkariyê bikin û wan jî pêşniyara vekirina dibistanan kir. Me dibistanek ava kir.”

Her wiha Serok Hungaryayê hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê bi hevgirtina û civaka xwe bihêz bibe û got: “Rizgarkirin û jinavbirina terorê bi serê xwe têrê nake, em dixwazin Herêma Kurdistanê ber bi paşerojeke geş ve biçe.”

Di dawiya axaftinên xwe de Serokê Hungaryayê tekez li ser vê yekê kir ku serdana wê ne bi sedema hebûna hêzên welatê wê li deverê ye, lê belê amaje bi girîngiya hevdîtina wê ligel Serokwezîr û Serokê Herêma Kurdistanê û veberhênana li Herêmê kir.

Fly Erbil Advertisment