Çekdarekî êrîşî ser asayişa nava bajarê Duhokê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê da zanîn, kesekî bi çek êrîşî ser baregeha asayîşa rojhilatê Duhokê kir.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, êrîş li ser baregeha asayîşa rojhilatê Duhokê ku bi asayîşa Belde tê naskirin, hatiye kirin.
Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama êrîşê de, karmendekî sivîl yê asayişê şehîd bûye û yekî din jî birîndar bûye.
Peyamnêrê me da zanîn jî, êrîşkar ku bi regez Ereb e, di encama pevçûna li gel hêzên asayişê de hat kuştin.