Ebdulhekîm Beşar: Yekrêziya aliyên siyasî ji bo seranserê Kurdistanê girîng e
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulhekîm Beşar li ser li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê axivî.

Hewlêr (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulhekîm Beşar li ser li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê diyar kir, ev yekrêzî dê geşbûnek li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne û bibe mînak ji bo nakokiyên li nav tevgera Kurdî.
Ebdulhekîm Beşar beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û bandora vê yekrêziyê li ser Rojavayê Kurdistanê axivî.
Beşar diyar kir: “Em pîroz dikin, her gavek ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nêzîkî hevdu bikin, gaveke pîroz e ji bo miletê me û seranserê Kurdistanê.”
Ebdulhekîm Beşar li ser bandora yekrêziya aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê diyar ku ev yek hikûmetê bihêztir dike, aboriyê bihêz dike, kêşeyên xelkê çareser dike, li hember Bexda û welatên derdor, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz dike û sûdê dide.
Endamê Polîtburoya PDK-Sê bal kişand ser bandora vê yekrêziyê li ser Rojavayê Kurdistanê û diyar kir, ev yekrêzî dê geşbûnek li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne û bibe mînak ji bo nakokiyên li nav tevgera Kurdî ku yekrêziya Kurdan her dem xurtbûnê li seranserê Kurdistanê pêk tîne.