Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Berfanbarê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Mehmet Mevlud Yakut kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê, giringiya ewlehî û aramiya Iraq û Kurdistanê û bandora wê li ser aramiya navçeyê û herwiha dostanî û pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hat gotûbêjkirin.
Her di vê hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hat kirin û tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina di navbera aliyên siyasî û rengvedana wê li ser biryarên hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin.
Her wiha di hevdîtinê de behsa giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, vegera koçberan ser cih û warê bav û kalên xwe, bidawîkirina êş û azar û jiyana koçberiya xelkê devera Şingalê hat kirin.