Elon Musk bû yekem kesê ku di nava salekê de 200 milyar Dolar ji dest dide

Elon Musk di nava 13 mehên borî de nêzîkî %59ê serweta xwe ji dest daye û di sala 2022yan de kompaniya Tesla %70 bihayê pişkên xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Elon Musk di nava 13 mehên borî de nêzîkî %59ê serweta xwe ji dest daye û di sala 2022yan de kompaniya Tesla %70 bihayê pişkên xwe ji dest daye.

Damezrînerê Kompaniya Tesla û Bazirganê Amerîkî Elon Musk di nava 13 mehan de serweta xwe ji daye û bûye yekem kes di dîrokê de ku di nava salekê de 200 milyar Dolar ji dest dide.

Li gor ajansa nûçeyan a Bloomberg a Amerîkî, serweta Musk piştî daketina pişkên Teslayê ku di nava çend hefteyên borî de bi awayekî berçav daketiye, bo 137 milyar Dolar kêm bûye.

Serweta Elon Musk di 4ê Mijdara 2021ê de gihîşte 340 milyar Dolaran û li ser asta cîhanê bû kesê herî dewlemend, lê belê di navîna meha Berfanbara 2022yan, bazirganê Fransaî Bernard Arnault bû kesê herî dewlemend.

Fly Erbil Advertisment