HDPê daxwaza hevdîtinê ya AK Partiyê red kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxwaza Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ya ji bo hevdîtina li ser pêşniyareke destûrê, red kir.

AK Partiyê beriya niha serdana HDPê kiribû
AK Partiyê beriya niha serdana HDPê kiribû

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxwaza Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ya ji bo hevdîtina li ser pêşniyareke destûrê, red kir.

Serokwekîlê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç ragihand, rêveberiya AK Partiyê daxwaz kiriye ku ji bo axaftina pêşniyara sererastkirina qanûna serpoşiyê û parastina malbatê ya destûra Tirkiyê hevdîtinê bikin, lê ji ber doza girtina HDPê, astengkirina hesabê HDPê û reftarên dijî demokrasiyê yên desthilatdariyê, wan daxwaza hevdîtinê red kiriye.

AK Partî beriya ku pêşniyara sererastkirina qanûna serpoşiyê û parastina malbatê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê bike, tevî CHP û Partiya ÎYÎ, serdana HDPê jî kiribû û behsa armanca xwe kiribûn.

MHPê hevdîtin bi başî pêşwazî kiribû, lê di navbera Partiya ÎYÎ û HDPê de bûbû sedema nîqaşan.

AK Partiyê pêşniyara xwe hîn pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê nekiriye û beriya pêşkêşkirinê, dixwaze ligel partiyên ku li parlamentoyê fraksiyona wan hene, gera duyem bide destpêkirin.