Li Germiyanê çekdarên DAIŞê du şivanên Kurd revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê îro danê sibê 2 welatiyên Kurd li nêzîkî gundê Qela yê li Germiyanê revandin.

Jêderekî ji Asayişa Nahiya Zînane ji K24ê re ragihand, 2 şivanên Kurd yên bi navê Mihemed Elî û Sebah Reşîd dema pezê xwe diçêrandin li nêzîkî gundê Qela ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.

Ev cara yekê ye ku çekdarên DAIŞê li heman deverê şivanan direvînin û piştre jî li hember pereyên zêde tên berdan yan jî dibin qurbanî û tên terorkirin.