Tîma YNKê ya di hikûmetê de: Em li benda civîneke çarenivîsaz di navbera PDK û YNK'ê de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di daxuyaniyek de ragihand, “Em li benda civîneke çarenivîsaz di navbera PDK û YNK'ê de ne.”
Di daxuyaniyekê li ser bûyera terorkirina Eqîd Hawkar Caf de, tîma YNKê ragihand, di destpêka bûyerê de YNKê daxwaza lêkolîneke hevbeş kir û daxwaz kir ku li aliyên navnetewî di lêpirsînan de beşdar bibin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “Kabîneya Nehemîn a Hukûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveyê rêkevtina siyasî de pêk hat, me YNK di guftûgoyên xwe de got ku divê em ji kabîneyên berê zêdetir kar ji bo nehiştina şopên du îdareyan bikin.
Derbarê hilbijartina bê yên Herêma Kurdistanê de di daxuyaniyê de hat, “Em amade ne ji bo hilbijartineke pak bi yasayeke sererastkirî, lîsteke pak a tomarên dengderan, garantîkirin û parastina mafên pêkhate û netewên cuda ên Herêma Kurdistanê.”