Mesrûr Barzanî beşdarî korbenda Davosê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê dibe.
Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê 2023an îro dest pê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê dibe.
Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê dibe di bin navê “Hevkarî di Cîhaneke Perçebûyî de” birêve diçe û 2500 serkirde, berpirs, çalakvan û bazirganan tê de beşdar dibin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe yê tora civakî “Twitter” vîdyoyek belav kir û nivîsî: “Kurdistan li Davosê ye”
Di çar rojên konferansê de, Serokwezîr dê beşdarî çend panel û gotûbêjan bibe û herwiha dê hevdîtinên taybet ligel serkirdeyên cîhanê pêk bîne.
Serokwezîr dê di hevdîtinên xwe yên ligel berpirs, serkirdeyên siyasî û karsazên cîhanê de çend mijaran gotûbêj bike, ji nav wan, pirrengîkirina aboriyê, balkişandina ser xizmetguzariyên bankî, peydakirina bazarên nû ji berhemên çandiniyê yên Kurdistanê re, veberhênana di kanze, petrol, gaz û enerjiya paqij de û rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê ne. Ev jî ji bilî pêşhatên Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê ye.
Hêjayî gotinê ye ku di Korbenda Aborî ya Davosê ya sala borî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi hejmarek karsaz, sermayedar û nûnerên welatên Kendavê re civiya. Proseya hinartina hinarên Kurdistanê bi awayekî serkeftî hat encamdan û hinarên Kurdistanê gihîşt çend welatên Kendavê û heta niha jî ev proje berdewam e. Ji bo hinardekirina berhemên din ên navxweyî jî bo welatên Kendavê jî xebat didomin. Di heman demê de jî, gotûbêj ligel veberhêner û karsazên navdewletî li ser derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê berdewam in, bi taybetî di warên enerjî, bankî, dîjîtalîkirin û danîna jêrxane û pîşesazî de.
Li gorî bernameya korbendê, ku di konferansê de, krîza xwarek û enerjiyê, enflasyon û sistiya geşbûna aborî, pîşesazî û rola sektora taybet, pirsgirêkên civakî û metirsiyên jeopolîtîk hene tên gotûbêjkirin.
Korbenda Aborî ya Davosê platformek e ji bo dîtina çareseriyan ji pirsgirêk û kêşeyên ku rûbirûyî cîhanê bûne, îsal jî armanca wê ew e ku bi rêya diyalog û hevahengiya di navbera sektorên taybet û giştî de, çareseriyan ji kirîzên cîhanî re bibînin.