Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Swîsreyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya Korbenda Davosê gihîşte welatê Swîsreyê.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya Korbenda Davosê gihîşte welatê Swîsreyê.
Îro Duşemê 16ê Çileya 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşte welatê Swîsreyê ji bo beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davos 2023an.
Biryar e di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtinên girîng û taybet ligel serkirde û kesayetên cîhanî ku beşdarî Korbenda Davosê dibin, encam bide.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di hevdîtinên xwe yên ligel berpirs, serkirdeyên siyasî û karsazên cîhanê de çend mijaran gotûbêj bike, ji nav wan, pirrengîkirina aboriyê, balkişandina ser xizmetguzariyên bankî, peydakirina bazarên nû ji berhemên çandiniyê yên Kurdistanê re, veberhênana di kanza, petrol, gaz û enerjiya paqij de û rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê ne. Ev jî ji bilî pêşhatên Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê ye.