Kujerê ciwanê Zaxoyê hat desteserkirin

Piştî çend demjimêrekê ji kuştina ciwanekî bi navê Emîr Selah Xelîl yê 31 salî li kafeteryayeke Zaxoyê, hêzên polîs kujer desteser kir.

Hewlêr (K24) – Piştî çend demjimêrekê ji kuştina ciwanekî bi navê Emîr Selah Xelîl yê 31 salî li kafeteryayeke Zaxoyê, hêzên polîs kujer desteser kir.

Berdevkê Polîsê Herêmê Karzan Emîr Xefûrî ji Kurdistan24ê re ragihand, ew kesên ku ciwanê 31 salî yê bi navê Emîr Selah Xelîl li aliyê Pira Delal a Zaxoyê kuştibû, ji aliyê malbata xwe ve radestî polîsan hat kirin.

Karzan Emîr Xefûrî diyar kir ku lêpirsîn derbarê kujer de dest pê kiriye û li gor madeya 406 a yasaya sizadanê, doz hatiye vekirin.

Duh ciwanekî bi navê Emîr Selah Xelîl yê 32 salî, li nêzîkî Pira Delal a li Zaxoyê bi destdirêjiya gulleyan hat kuştin.