Cîgirê nû yê Serokê Parlamentoya Ewropayê: Metirsiya DAIŞê ji bo me cihê girîngiyê ye

Marc Angel li ser metirsiya DAIŞê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Kurdistan24ê re ragihand, metirsiya DAIŞê, ji bo wan cihê girîngiyê ye.

Strazburg (K24) - Cîgirê nû yê Serokê Parlamentoya Ewropayê Marc Angel li ser metirsiya DAIŞê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Kurdistan24ê re ragihand, metirsiya DAIŞê, ji bo wan cihê girîngiyê ye.

Îro Çarşemê 18ê Çileya 2023an, di rûniştina asayî ya Parlamentoya Ewropayê de  guherîn ji postê Cîgirê Serokê Parlamentoyê de pêk hat, cîgira berê Eva Kaili ji ber gendeliyê ji karê xwe hat dûrxistin û Marc Angel li şûna wê hat destnîşankirin.

Cîgirê nû yê Serokê Parlamentoya Ewropayê Marc Angel derbarê metirsiya DAIŞê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, bersiva pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê da.

Marc Angel eşkere kir, ew wek çawa girîngiyê didin mijara Ukraynayê, bi heman şêwe metirsiya DAIŞê ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji bo wan cihê girîngiyê ye.

Angel destnîşan kir, sînorê wan ligel gelek welatan heye û ew girîngiyê didin welatên rojhilat û rojava jî.