Serok Barzanî: Ji ber êrîşa li Mêrdînê gelek xemgîn im
"Ez ji ber bûyera êrîşkirina ser çend welatiyên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Mêrdînê ya Tirkiyê gelek xemgîn im.”
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî derbarê bûyera Mêrdînê de peyamek belav kir û sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyên êrîşê kir.
Îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023an, Serok Barzanî di peyamekê de ragihand: “Ez ji ber bûyera êrîşkirina ser çend welatiyên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Mêrdînê ya Tirkiyê gelek xemgîn im.”
Serok Mesûd Barzanî sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên êrîşê dike û radigihîne: “Ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.”
Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan dike: “Ez ji wê yekê bawer im ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê hewla xwe ya cidî û temam dide, da ku rastiyên wê bûyerê werin eşkerekirin û encamderên vê tawanê werin dîtin û bigihin cezayê xwe.”
Peyama Serok Mesûd Barzanî ya derbarê êrîşa Mêrdînê de wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ez ji ber bûyera êrîşkirina ser çend welatiyên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Mêrdînê ya Tirkiyê gelek xemgîn im. Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên wê êrîşê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.
Ez ji wê yekê bawer im ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê hewla xwe ya cidî û temam dide, da ku rastiyên wê bûyerê werin eşkerekirin û encamderên vê tawanê werin dîtin û bigihin cezayê xwe.
Mesûd Barzanî
19ê Çileya 2023an