Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara qurbaniyên erdhejê zêde bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gihîşte nêzîkî 3 hezar kesî, nêzîkî 8 hezar kes jî hatin rizgarkirin.
Li gorî amarên fermî, heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 2 hezar û 921 kesan di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane û 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûne.
Li gorî amaran 4 hezar û 758 avahî û xanî hilweşiyane.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, heta niha 7 hezar û 800 kes ji mal û avahiyên hilweşiyane hatine rizgarkirin.
Duhî li navçeya Pazarcik a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.
Erdhej li bajarên Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hest pê hate kirin û hejmarek avahi hilweşiyan û welatî bûn qurbanî.
Li bajarokê Cindirêsê ser bi herêma Efrînê ve jî, hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û heta niha nêzîkî 100 kesî canê xwe ji dest dan û hewlên derxistina kesên di kavilan asê mayî berdewam e.