Hejmara qurbaniyên edheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bilind dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara qurbaniyên erdhejên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêde bû û 76 welatan amadebûna xwe bo şandina tîmên rizgarkirinê nîşan dane.
Li gorî amarên Rêvebiriya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), heta niha di erdheja li Mereş, Dîlok, Şanliurfa, Diyarbekir, Edene, Adiyaman, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê de hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 6 hezar û 234 kesan û 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne.
Her wiha hejmara xanî û avahiyên hilweşiyane jî, 5 hezar û 775 e.
Heta niha 76 welatan amadebûna xwe bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.
Di vê navberê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan rewşa awarte ragihand.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî şandina 25 ambûlansan bo rizgarkirina mexdûrên erdhejê, tîmeke pispor di warê alîkariyên mirovî de şandiye navçeyên erdhejê. Her wiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî alîkariyên mirovî gihandine Bakurê Kurdistanê.