Hejmara qurbaniyên li Bakur û Tirkiyê gihîşt 20 hezar û 213 kesan

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, hejmara kesên ku di erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 20 hezar û 213 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, hejmara kesên ku di erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 20 hezar û 213 kesan.

Fahrettîn Koca îro di demjimêr 21:42 xulekan de eşkere kir, hejmara kesên ku di erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 20 hezar û 213 kesan û hejmara birîndaran jî bo 80 hezar û 52 kesan zêde bûye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Heta niha 76 welatan amadebûna xwe ji bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.

Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.