Li Hatayê piştî 175 demjimêran jinek ji bin kavilên erdhejê hat rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hataya ku yek ji parêzgehên herî zêde ji erdhejên navenda Mereşê zirar dîtiye, piştî 175 demjimêran jinek hat rizgarkirin.
Naîde Umer a ku bi rojan e di bin kavilan de maye, piştî 175 demjimêran ji aliyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ve bi saxî hat derxistin.
Naîde Umer piştî ku alîkariya destpêkê yên tenduristiyê wergirtin, bi ambûlansê bo nexweşxaneyê hate rakirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser hejmara xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: “Naîde Umay di demjimêra 175 de li Antakyayê bi xebatên tîmên me yên rizgarkirinê bi saxî ji bin kavilan hat rizgarkirin.”