Çîrokeke tirajîk.. Welatiyekî Cindirêsê çîroka windakirina nîvê malbata xwe vedibêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyekî Cindirêsê yê Rojavayê Kurdistanê 3 endam ji malbata xwe winda kirin û ew her sê bi hev re di heman gorê de bi xakê spartin, ew û keçeke xwe ve jî birîndar bûn.

Welatiyê Cindirêsî Nebî Ezîz Hacî ku xaniyê wî di erdheja roja 6ê Sibata 2023an de bi ser malbata wî de hilweşiya, hevjîn û keça wî û jina birayê wî tê canê xwe ji dest dan û ew bi xwe ligel keçeke xwe birîndar bûn. Nebî ji K24ê re behsa çîroka xwe erdhejê û karesata bi ser wan de hatiye dike.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê kir.

Li gorî Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 1012 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane, 1100 xanî ziyan dîtine û 2692 malbat bê cih û war mane.