Hejmara qurbaniyên erdhejê li Bakur û Tirkiyê bi ser 38 hezar kesî ket
Hejmara kesên di erdhejên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, derket 38 hezar û 44 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara kesên di erdhejên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, derket 38 hezar û 44 kesan.
AFADê ragihand, piştî 2 erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ku navenda wan li navçeyên Pazarcix û Elbîstana Mereşê bûn, 4 hezar û 734 piştlerze pêk hatin.
Di encama erdhejê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Meletî, Semsûr, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîs û Elezîzê de 38 hezar û 44 kesan canê xwe ji dest dan û 108 hezar û 68 kes jî birîndar bûn.
Hate tomarkirin ku 216 hezar û 347 ziramendên erdhejê ji herêmê ji bo parêzgehên din hatine veguhestin.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.
Ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.
Heta niha 76 welatan amadebûna xwe ji bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.
Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.