Kelha Mîrî ya Akrê bala geştyaran radikêşe

Ji destpêka vê mehê ve, bi sedan geşyar ji bo derbaskirina rojeke xwe, serdana vê kelhê dikin.

Duhok (K24) – Kelha Akrê bala welatiyên Herêma Kurdistanê û başûr û naverasta Iraqê radikêşe ser xwe. Ji destpêka vê mehê ve, bi sedan geşyar ji bo derbaskirina rojeke xwe, serdana vê kelhê dikin.

Welatiyekî başûrê Iraqê yê bi navê Ehmed Samî ku ligel hevalên xwe serdana Kelha Mîrî ya Akrê kirine, ji Kurdistan24ê re ragihand, bi rêya medyaya civakî dîmenên ciwan û balkêş ên Kelha Mîrî dîtine û xwestiye ji nêzîk ve bibîne û serdana kelhê bike.

Ciwaneke nişteciya parêzgeha Silêmaniyê ya bi navê Mîhreban Ebûbekir ku hatiye Akrê, dibêje: “Ez ji Silêmaniyê hatime Akrê, ji bo dîtina vê kelhê, rêyeke dijwar bû, lê belê dema ez hatim vê derê û min dît Akrê hemû jê diyar e, westana min jibîra min çû, bi rastî cihekî gelek xweş e.”

Serdana geştyaran ji bo ser Kelha Akrê derfterên kar ji bo çend ciwanan pêk anîne, yek ji kasibkaran ku li ser kelhê çay, gulberoj û xwarinên cur bi cur difiroşe geştyaran, ragihand, her sal di vê demê de ji ber hatina geştyaran, derfetên kar ji bo me peyda dibe, her ciwanek cûreyek pêwîstî ji geştyaran re difiroşe.”

Qezaya Akrê dikeve ser parêzgeha Duhokê û dikeve başûrê rojhilatê wê parêzgehê, di navbera sê çiyayan de ye û ev yek dîmeneke ciwan û balkêş dide vê qezayê.