Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 42 hezar û 310 kesan

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, derketiye 42 hezar û 310 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, derketiye 42 hezar û 310 kesan.

AFADê ragihand, piştî 2 erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ku navenda wan li navçeyên Pazarcix û Elbîstana Mereşê bûn, 7 hezar û 242 paşlerze pêk hatine.

Di encama erdhejê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Meletî, Semsûr, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîs û Elezîzê de 42 hezar û 310 kesan canê xwe ji dest dan.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Heta niha 76 welatan amadebûna xwe ji bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.

Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.