Hejmara qurbaniyên erdhejê li Bakur û Tirkiyê gihişt 44 hezar û 374 kesan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rêveberiya Bilez û Karesatan (AFAD) Yunus Sezer ragihand, hejmara qurbaniyên erdhejên 6ê sibatê gihişt 44 hezar û 374 kesan.
Yunus Sezer di civîneke çapemeniyê de ragihand, 21 roj ji ser erdhejan re derbas bûne û di vê pêvajoyê de him erdhejên hêza wan ji 5an mezintir çêbûne û him jî paşlerze çêbûne.
Serokê AFADê diyar kir, heta niha 9 hezar 990 paşlerze çêbûne û di 21 hezar avahiyên hilweşyayî de xebata lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne. Nuha em kar ji bo rakirina paşmayan dikin.”
Her wiha Serokê AFADê Yunus Sezer destnîşan kir, hejmara kesên ku ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane, gihîşt 44 hezar û 374 kesan.