Li Osmaniye bi hêza 4.1 erdhej rûda

Li bajarê Osmaniye yê Tirkiyê bi hêza 4.1 pile erdhej rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Osmaniye yê Tirkiyê bi hêza 4.1 pile erdhej rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, îro li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê, bi hêza 4.1 erdhej qewimî.

Herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 15:42 xulekan de û 12,93 kîlometre di bin erdê der rûdaye.