Li Mereşê du erdhejên nû rûdan

Li navçeya Onîkîşubat a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.5 û 4.1 pile, du erdhejên nû rûdan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Onîkîşubat a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.5 û 4.1 pile, du erdhejên nû rûdan.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, îro li navçeya Onîkîşubat a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4.5 û 4.1 erdhej qewimîn.

Herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 17:39 xulekan û 17:49 xulekan de, 9,88 kîlometre û 13,61 kîlometre di bin erdê der rûdane.