Ji ber erdhejê 20 kes di odeyekê de dijîn
Li Diyarbekirê ji ber ku gelek malbat piştî erdhejê neçar man ji malên xwe derbikevin niha di nav malên xizmê xwe de dimînin û heta di jûrekê de 20 kes dijîn û mal û çadir jî destê wan nakevin.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji ber ku gelek malbat piştî erdhejê neçar man ji malên xwe derbikevin niha di nav malên xizmê xwe de dimînin û heta di jûrekê de 20 kes dijîn û mal û çadir jî destê wan nakevin.
Li apartmana Menekşe ku beriya erdhejên 6ê Sibatê 48 malbat di vê avahiyê de dijiyan û di şevekê de jiyana wan serobino bû. Necat Sezen jî di vê avahiyê dijiya û kargeha wî jî di bin avahiyê de bû.
Necat Sezen niha li gel malbata xwe û malbata birayên xwe di jûrekê ya cîranê xwe de dimîne. Di vê jûrê de 20 kes dijîn. Welatiyê mexdûrê erdhejê dibêje wan bi lez û bez karîn ji avahiya xisardîtî derbikevin û nekarin qet kelûpelên xwe jî li gel xwe derbixin û niha jî di jiyaneke zehmet de benda çareseriyekê ne.
Mexdûrê erdhejê Necat Sezen ji K24ê re diyar kir: “Nêzîkî 20 roj in cîranê me mala xwe ji me re vekiriye em hatin vê derê dimînin. Em 3 malbat in. Dema em derketin me nekarî kelûpelên xwe jî derbixin. Ji bilî van cilan me nîne em li xwe bikin. Çadir jî ji me re derneket.”
Ligel jin û zarokan di jûreke biçûk de 20 kes dijîn, ji ber ku kargeha wan jî zirar dîtiye dahatek wan jî nemaye.
Welatiyên ku ji mal û kelupelên xwe dûr ketine hewil didin ku li gel zarokên xwe hember vê rewşa giran ber xwe bidin û heta ji wan tê dilê zarokên xwe xweş dikin da ku bandorek mayînde li ser derûniya wan neke.
Mexdûra erdhejê dibêje: “Xwedîkirina zarokan zehmet e. Gelek pêdiviyên zarokan hene.”
Herwiha mexdûreke din jî diyar dike:“Em li benda kelûpelên xwe ne û li benda çarenûsa xaniyên xwe ne, em nizanin dê çi bibe.”
Di pêvajoya bêmalmayînê de zehmetiya herî mezin zarok dikêşin, niha daxwaza zarokan ew e ku vegerin ser jiyana xwe ya asayî û vegerin leyîstokên xwe.