Mesrûr Barzanî serdana Nexweşxaneya Jinan û Jidayikbûnê ya Fêrkarî ya Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Nexweşxaneya Jinan û Jidayikbûnê ya Fêrkarî ya Hewlêrê dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Adara 2023an serdana Nexweşxaneya Jinan û Jidayikbûnê ya Fêrkarî ya Hewlêrê dike ku ew yek ji wan cihên ku projeya “Hejmara Min” lê hatiye bicihanîn e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 28ê Sibata borî destpêkirina destpêşxeriya Hejmara Min ragihand, ku bernameyeke giştgîr a darayî ye, ji bo fermanberên sektora giştî û xanenişînan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kiribû û ragihandibû, di çend rojên dahatû de mûçeyên nêzîkî 850 karmendên Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya li Hewlêrê bi dîjîtalî dikeve ser hejmarên nû yên bankî yên fermanberan.

Di peyamê de hatibû "Hejmara Min" rêyeke parastî û şefaf û guncaw ji bo fermanberên hikûmetê û xanenişînan pêk tîne, da ku bikarin bi rêya torek ji amûrên kişandina pereyan (ATM) mûçeyên xwe werbigrin, ku zêdetirî 1000 cih li seranserê Herêma Kurdistanê berdest dibin. Ji bilî wê jî, fermanberên sektora giştî, destê wan dê bigihîje xizmetguzariyên modern ên bankayê, ji wan; kredî, şiyana paşekewtkirin, hewaleya navxwe û navdewletî, pere kişandina navdewletî û pere dayîna  online û dîjîtalî.

Da zanîn jî “Ev destpêşxerî, bêguman dê bibe sedema modernkirina sektora bankî û bilezkirina proseya me ya werçerxan a dîjîtal û geşepêdana aboriya me û di heman demê de bikaranîna pereyên kaş di danûstandinan de kêm dike, bi vê yekê jî aktîvbûn û şefafiyeta hikûmetê zêdetir dike.”

Her wiha got: "Hejmara Min" yek ji destpêşxeriyên demdirêj ên Kabîneya Nehem e, ku ji bo dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û zêdekirina xweşguzeraniya welatiyan û hêsankariyê ji bo bazirganiyê li Kurdistanê derdixe holê. Ji vî alî ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe di berfirehkirina vê destpêşxeriyê de û rênimayên nû digre ber ji bo handana zêdetir a peredayîna dîjîtalî.