Serok Barzanî: Tawana kîmyabarana Helebçe li ber çavê cîhanê ji aliyê dirindetirîn rejîma serdemê ve hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 16.03.2023an bi boneya 35emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê li ser Twitterê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Tawana kîmyabarana Helebçeyê li ber çavê cîhanê ji aliyê dirindetirîn rejîma serdemê ve hat kirin. Ev tawan birîneke kûr e li ser bedena gelê me û tu carî nayê jibîrkirin.

Serok Barzanî ragihand jî: “Pêwîst e dewleta Iraqê qerebûya wan zulm û tawanên ku di derheqê Helebce û kurên Kurdistanê de hatine kirin, bide.”

Peyama Serok Barzanî di salvegera kîmyabarana Helebce de:

Tawana kîmyabarana Helebçeyê li ber çavê cîhanê ji aliyê direndetirîn rejîma serdemê ve hat kirin.

Ev tawan birîneke kûr e li ser bedena gelê me û tu carî nayê jibîrkirin.

Pêwîst e dewleta Iraqê qerebûya wan zulm û tawanên ku di derheqê Helebce û kurên Kurdistanê de hatine kirin, bide.

Silav li giyanê şehîdên Helebce û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê