CHP hejmara dengdêrên li welatên biyanî aşkere kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Ber bi nêzîkbûna hilbijartinên Parlementerî û Serokkomariyê ve, yek jî mijara din a li Tirkiyê de tê meraqkirin ew e ku rêjeya dengdêrên li welatên biyanî çiqas e û li kîjan welatan e. Derbarê vê yekê de Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi daxuyaniyeke nivîskî rêjeya dengdêrên biyanî û herî zêde ji kîjan welatan e ji rayagiştî re eşkere kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê û parlementerê Stenbolê Onursal Adigûzel hejmara dengdêrên li welatên biyanî aşkere kir ku hejmara wan 1 milyon û 325 hezar dengdêr in.
Diyar kir ku Bulgaristan bi 347 hezar û 763 dengdêran û Almanya bi 209 hezar û 394 hilbijêran e û ev her du welatên ku herî zêde dengdêr lê çêbûne ne.
Onursal Adigûzel got, Ji Sûriye, Afganîstan, Lîbya, Iraq û Îranê jî derdora 240 hezar dengdêr hene. Ji wan 167 hezar li Sûriyê, 23 hezar li Efxanistanê, 21 hezar li Îranê, 16 hezar li Iraqê û 6 hezar jî li Lîbyayê ji dayik bûne dê dengê xwe bikar bînin û ji wan 150 hezar jî dê yekem car wek dengdêr biçin ser sindoqan.