Amerîkayê jêrderyayeke atomî bo Rojhilata Navîn şand
Amerîkayê şandina jêrderyayeke atomî bo Rojhilata Navîn ragihand û diyar kir ku "ji bo parastina asayîşa Rojhilata Navîn bi awayekî giştî" hatiye şandin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîkayê şandina jêrderyayeke atomî bo Rojhilata Navîn ragihand û diyar kir ku "ji bo parastina asayîşa Rojhilata Navîn bi awayekî giştî" hatiye şandin.
Fermandariya Hêzên Deryayî ya Amerîkayê ragihand, jêrderyaya USS Florida ku bi enerjiya atomî dixebite û mûşeka atomî tê de heye, şandiye ava Rojhilata Navîn.
Fermandariya Hêzên Deryayî ya Amerîkayê diyar kir, jêrderyaya USS Florida gihîştiye kanala Siwêsê ya li Misirê û pêwendî bi keştiyên Amerîkayê yên li Behreynê dike.
Derbarê sedema şandina jêrderyaya atomî bo Rojhilata Navîn, Fermandariya Hêzên Deryayî ya Amerîkayê eşkere kiriye ku bi mebesta parastina asayîşa Rojhilata Navîn bi giştî, hatiye şandin.