Pispor: Rêkeftina petrolê dê qadên nû yên veberhênanê di navbera Enqere û Hewlêrê de ava bike

Enqere (K24) – Piştî rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kuridstan û Iraqê de careke din hinardekirina petrola Kurdistanê bo benderên Tirkiyê dest pê kir. Pispor û şarezayên Tirkiyê dibêjin ev rêkeftin di her warî de berjewendiya Tirkiyê de ye û qadên nû yên veberhênanê jî dê navbera Enqere û Hewlêrê de ava bike.

Di 25ê Adarê de ji ber doza di navbera Tirkiye û Iraqê de hinardekirina petrola Kuridstanê bo bendera Tirkiyê hatibû ravestandin. Lê belê piştî ku di navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftin di derbarê petrola Kurdistanê de hate îmzekirin di demeke nêzîk de tê çaverêkirin hinartina petrola Kurdistanê bi rêya xeta boriya Ceyhanê bo bendera Tirkiyê dest pê bike. Di vê dema ku hinartina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê hatiye rawestandin nirxê sotemenî li Tirkiyê nêzî 2 lîre hate zêdekirin.

Ji ber vê çendê pisporên enerjiya Tirkiyê dibêjin ev demeke ku ew benda vê rêkeftinê bûn û di warê avakirina qadên nû yên veberhênanê de ev rêkeftin bo Tirkiyê sûdbexş e.  

Serokê Navenda Lêkolînên Enerjiyê ya Tirkiyeyê Oguzhan Akyener ji K24ê re got: “Heyameke dirêj bû em benda rêkeftineke wiha bûn. ji ber ku li nava xaka Rêveberiya Herêma Kurdistanê gellek qadên neftê hene ku bên derxistin û ev yek jî derfetên veberhênanêne bo Tirkiyê. Ji herêma Kurdistanê rojane nêzî 500 hezar bermîl neft û petrol ji bo Tirkiyê tê rêkirin û ev yek jî rojana nêzî 2 milyona dolar dehatekê dide Tirkiyê. Herwiha bi saya vê rêkeftinê bi egereke zêde li ser Xaza herêma Kurdistanê jî dê hevkarî bê kirin.”

Şarezayên siyasî yên nêzî hikûmeta Tirkiyê jî diyar dikin ku ji bo abori û budceya Tirkiyê rêkeftineke girîng e.

Şarezayê Siyasî Merîwan Jîyawuk dibêje: “Belê tesîrek jî ser Tirkiye ew e ku Tirkiye salan nêzîkê milyarek û 20 milyon dolar dûs ji hinartina nefta benderê Ceyhan verdigre. Bûjûneveyek zêde verdiger ji vê rêkeftinên ku bo maweyê 50 sal girêbest lê kiribû.  Rolê nefte Kurdistan bo Tirkiyê zor girîng e.”

Li gorî ajansa Enerjiyê ya navdewletî li seranserê Cîhanê di warê çawkaniyên petrole de Iraq Welatê 5emîn e û di nav van çavkaniyan de jî 45 milyar bermîl di nava xaka herêma Kurdistanê de ne. Tirkiye jî welatê sereke ye ku dixwaze ji wan çavkaniyan sûdê verbigre.