Li Diyarbekirê amadekariyên cejna Remezanê dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê amadekariyên cejna Remezanê destpê kirine, bi taybet roja şemî û yekşemê, welatî ji bo dabînkirina amadekariyên remezanê, li nav bazaran bûn.

Li Diyarbekirê, kolan bi firoşkaran, ber dikan û firoşkaran jî bi welatiyan tije ne. Her çiqas li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kelûpel giranbin jî, herkes bi qasî ku dikare, amadekariyên cejna Remezanê dikin. Dikandar ji bo ku welatî pêwsitiyên xwe ji wan bikirin, şahî û helmetan lidar dixin.

Firoşkarê Şekiran: “Şekir xweş tê firotin, xwedê ji miletê me razî be, bila her kes were Amedê, bila herkes were nav Sûrê.”

Dikandar Osman Kilinç: “Yanî weka cejnên berê nebe jî normal e. Beriya vê cejnê erdhêj çêbû, welatî bi tirs in. Milet lê digere ku pêwistiyên xwe bi erzanî bistîne, di cejnan de, herkes ji bo zarokan şekir dikire, loma şekirên qelîte zêde nehatin firotin. Welatê li ku derê erzan bibinin wan dikirin.”

Welatî jî, dikan bi dikan û dezgeh bi dezgeh digerin da ku pêwistiyên xwe piçek erzantir bikirin.

Welatî  Dîlek Eren Çîçek: “Gelek qelebalix heye. Ez û hevjînê xwe û zarokê em hatin. Em niha şekir, lokim û şîranî distînin. Hêj rojî berdewam e, ji bo paşîvan jî emê penêr, zeytînn û mast bistînin. Ji ber li bazara nav Sûrê em dikarin hemû pêwistiyên peyda bikin û cûre hene zêdetir em dan û sitendinên xwe li vir dikin.”

Welatî Mahmût: “Me kîloyekî şekir sitend. Bi grama me hinekî çîkolta kirî. Ji ber bihane me bi graman kirî. Bi xwedê me tiştekî din jî nekiriye. Ez çûm ku konderyekî bikirim, ji yekîre gotin : 2 hezar, yekî re jî hezar lire. Pir giranbûn, min nekirî.”

Cejna Remezanê bi şekir û şîranî tê zanin. Li Diyarbekirê jî amadekariyên vê cejna Remezanê destpê kirine. Welatî bi taybet ji bo kirîna şekiran û pêwistiyên xwe yên din, li bazaran in.”