Îran ji Şahê Erebistana Siûdî daxwaz dike ku serdana Tehranê bike
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, Îran Şahê Erebistana Siûdî vedixwîne Tehranê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand, Îran Şahê Erebistana Siûdî vedixwîne Tehranê, piştî wê yekê ku van herdu welatan di meha Adarê de dawî li kêşeyên xwe yên bi salan anîn.
Ajansa Reutersê diyar kiriye, Nasir Kenanî di konferanseke rojnamevanî de ragihandiye, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di bersiva vexwendnameyekê de ji Riyadê jê re gihîştibû, vexwendnameyek ji Şah Selman re şandiye.
Roja çarşema borî, Nasir Kenanî ragihandibû, şandeke teknîkî ya Îranê çûye Erebistana Siûdî, wek amadekariyek ji bo vekirina Balyozxaneya Îranê.
Di roja 10ê Adarê de Tehran û Riyad piştî heft salan ji qutbûna pêwendiyên navbera herdu welatan, careke din bi navbeynkariya Çînê, li hev hatin.