Amerîkayê balyozxaneya welatê xwe ya li Sûdanê vala kir

Amerîkayê balyozxaneya xwe ya li Xertûma paytexta Sûdanê vala kir û daxwaza bidawîanîna şer û pevçûnan dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê balyozxaneya xwe ya li Xertûma paytexta Sûdanê vala kir û daxwaza bidawîanîna şer û pevçûnan dike.

Serokê Amerîkayê Joe biden ragihand, bi fermana wî, hemû karmendên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Xertûma paytexta Sûdanê balyozxane vala kirin û bi awayekî demkî balyozxaneya xwe girtin.

Joe Biden eşkere kir, şanaziyê bi karmendên balyozxaneya welatê xwe dike ku karîne bi awayekî profesyonel karên xwe encam bidin û berdewam ligel welatiyên Amerîka û Sûdanê di pêwendiyê de bin.

Biden ji herdu aliyan daxwaz jî kir ku demildest agirbest ragihînin û rêz li berjewendiyên welatiyên xwe bigrin û rê bidin ku alîkariyên mirovî bigihe destên wan.

Fly Erbil Advertisment