Husên Hebeş xelata Helbestvan Hamid Bedirxan wergirt

Almanya (K24) – Yekîtiya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê li bajarê Essen a Almanyayê di merasîmekê de xelata Helbestvan Hemid Bedirxan pêşkêşî helbestvan Husên Hebeş kir.

Piştî nirxandina wêjeyî ji aliyê komîteyeke taybet ve, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd bi merasîmekê li bajarê Essen ê Almanyayê xelata helbestvan Hemid Bedirxan pêşkêşî nivîskar û helbestvanê Kurd Husên Hebeş kir. Her çend ev xelat ya sala 2012an bû, lê ji ber hin sedemên taybet heta îsal hat paşxistin.

Husên Hebeş piştî wergirtina xelatê ji aliyê Komîta Xelata Hamid Bedirxan, wî jî xelata xwe pêşkêşî bajarokê xwe Şiyê yê li herêma Efrînê kir.

Helbestvan Hamid Bedirxan (1924 - 1996) ji bajarokê Şiyê yê Efrînê ye, navê wî yê rast Hamid Murad Hesen Xidire e, nivîskar û zimanzanê Kurd Mîr Celadet Bedirxan paşnavê Bedirxan lê kiriye. Hamid Bedirxan helbest bi zimanê erebî, tirkî, fransî û kurdî nivîsandine.