Abdullah Arzakçi dawî projeya geliyê Dîcleyê ji bo raya giştî ragihand

Diyarbekir (K24) – Karsaz û siyasetmedar Abdullah Arzakçi, projeya dawî ya ji bo Geliyê Dîcleyê çêkiriye, bi raya giştî re parve kir û da zanîn ku namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu piştgiriya xwe ji bo projeyê ragihandiye û ji Ewrupayê jî 600 milyon Euro piştgirî tê dayîn. Arzakçi ragihand ku wî serdana partiyên siyasî, saziyên sivîl û jûrên pişeyî kiriye ku ew jî piştgiriya projeyê bikin.

Hat ragihandin ku dê bi vê projeyê, ji cotkarî, heta masîgirî, ji bergiriya metisiya paqîna bendavê heta vekirina qadên civakî gelek sûdbexşî ji bo bajêrê Diyarbekirê peyda dibin û bangewazî hat kirin ku hemû pêkhateyên bajêr, li projeyê xwedî derbikevin.

Abdullah Arzakçi ragihand ku ew amadeya bi her alîyî re bê projeyê birêve bibe û wî bi rêvebirên Partiya Dad û Geşepêdanê Ak-Partî re jî hedîtinan kiriye, lê piştgirî nehatine dayîn û anî ziman ku heger Kemal Kiliçdaroglû bibe Serokkomar dê piştgiriya projeyê bike.