Li Sirbistanê êrîşa çekdarî: 8 kes hatin kuştin
Polîsê bajarê Belgrada paytexta Sirbistanê ragihand, li navçeyeke nêzîkî bajarê Belgradê, kesekî bi çekan gulle reşandine ser hejmarek kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê bajarê Belgrada paytexta Sirbistanê ragihand, li navçeyeke nêzîkî bajarê Belgradê, kesekî bi çekan gulle reşandine ser hejmarek kesan û di encamê de 8 kes kuştine û 13 kes jî birîndar kirine.
Polîsê Belgradê eşkere kir, bûyer li navçeya Mladenovacê bi dûriya 42 kîlometre li başûrê Belgradê rûdaye û tometbar jî reviyaye û polîs li wî digerin.
Li gor daxuyaniya Polîsê Belgradê, efserekî polîs û xwişka wî di nav kuştiyan de ne.
Di nava du rojan de ev bûyera duyemîn a teqekirinê ye li Sirbistanê, roja 3ê vê mehê, xortekî li dibistaneke bajarê Belgradê bi çekan 9 kes kuştibûn.