Hêzên Piştevaniya Bilez: Artêşa Sûdanê teqe li Balyozê Tirkiyê kir

Balyozê Tirkiyê bi silametî li Xertûmê bo cihekî parastî veguhestine, ev jî piştî wê yekê ku otomobîla Balyozê Tirkiyê rastî destdirêjiya gulleyan hatiye.

Hewlêr (K24) – Hêzên Piştevaniya Bilez a Sûdanê, Balyozê Tirkiyê bi silametî li Xertûmê bo cihekî parastî veguhestine, ev jî piştî wê yekê ku otomobîla Balyozê Tirkiyê rastî destdirêjiya gulleyan hatiye.

Hêzên Piştevaniya Bilez di twîtekê de ragihand: “Di pêngaveke tirsnak de ku binpêkirina eşkere ya hemû rêkeftin û peymanên navdewletî bo parastina nûnerên dîplomasiyê, hêzên Artêşa Sûdanê li Xertûmê teqe li otomobîla Balyozê Tirkiyê Îsmaîl Çopanoglu kirin.”

Herwiha Hêzên Piştevaniya Bilez diyar dike: “Bûyer piştî wê yekê rûdaye ku beriya niha hevahengî di navbera herdu aliyan de hebûye derbarê veguhestina balyozxaneyê de û dizanîn avahiya balyozxaneyê di jêr kontrola hêzên artêşê de ye.”

Hêzên Piştevaniya Bilez eşkere kir ku wan karîne balyoz û şanda wî bo cihekî parastî veguhezin.

Fly Erbil Advertisment