Tîmeke Kurdistan24ê beşdarî çend workşopên kanala Al Jazeerayê dibe

Li Dohaya paytexta Qeterê, tîmeke teknîkî ya Saziya Kurdistan24ê, beşdarî çend workşopên kanala Al Jazeerayê dibe.

Hewlêr (K24) – Li Dohaya paytexta Qeterê, tîmeke teknîkî ya Saziya Kurdistan24ê, beşdarî çend workşopên kanala Al Jazeerayê dibe.

Di nav kanala Al Jazeera ya Qeterê de, tîmeke ku ji beşên teknîk, îdare û bernameyan ên Kurdistan24ê pêk hatiye, beşdarî çend workşopan dibin.

Îro duşemê 8ê Gulana 2023an, tîma kanala Kurdistan24ê beşdarî workşopeke taybet dibe, ku ji aliyê Peymangeha Al Jazeera bo Rahênan ve hatiye rêkxistin û heta çar rojan berdewam dibe.

Ev workşopek li ser mekanîzmaya karê grafîkê, kontrola kalîte û karê teknîkî û çend mijarên din e.

Hêjayî gotinê ye ku beşdarbûna tîma Kurdistan24ê di vê workşopê de, beşek ji karê hevbeş ê navbera herdu saziya Kurdistan24ê û kanala Al Jazeera ye.