Barbara Leaf: Civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî pêngaveke mezin e

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf, civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî wek pêngaveke mezin bi nav dike.

Hewlêr (K24) – Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf, civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî wek pêngaveke mezin bi nav dike.

Barbara Leaf li ser hesabê xwe yê Twitterê bal kişand ser girîngiya civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî û got: “Ev pêngaveke mezin e.”

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Gulana 2023an pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir.

Hat diyarkirin ku di atmosfereke erênî de, pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nava Encûmena wezîran de, hevnêrîn bûn.

 

Fly Erbil Advertisment