Bêgerd Talebanî: Îro biryar li ser vegera wezîrên YNKê tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) radigihîne, Serokê YNKê Bafel Talebanî îro ligel Polîtboruya YNKê û tîma wezîran a YNKê dicive û di civînê de, dê biryar li ser vegera tîma wezîran a YNKê bo civînên Encûmena Wezîran were dayîn.
Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û endama Serkirdatiya YNKê Bêgerd Talebanî îro 9ê Nîsana 2023an derbarê civîna di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qobad Talebanî, asayîbûna pêwendiyên di navbera PDK û YNKê de û vegera tîma wezîran a YNKê bo civînên Encûmena Wezîran, bû mêvana bulteya 12:00 a Kurdistan24ê.
VEGERA TÎMA WEZÎRAN A YNKÊ BO CIVÎNÊN ENCÛMENA WEZÎRAN
Endamê Serkirdatiya YNKê da zanîn, îro sêşemê tîma wezîran a YNKê dê ligel Serokê YNKê Bafel Balebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive, bi mebesta guftûgokirina encama civîna duhî Sêşemê ya di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî.
Bêgerd Talebanî bal kişande ser wê yekê, di civînê de berpirsê tîma YNKê Qubad Talebanî ronîkirinên pêwîst dide, ji bo di çend rojên pêş de pêngavên pêwîst bên avêtin.” Got jî: “Ez bawer im dê di navbera tîmên her du aliyan (PKK û YNK) de civînek were lidarxistin, ji bo ku civîna roja Duşemê bibe pratîk. Piştî wê her du tîm dê li hev bikin, tîma YNKê jî dê biryarên pêwîst derbarê vegera bo civînên Encûmena Wezîran bide.”
Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê got ku tevî boykotkirina civînên Encûmena Wezîran jî, Lê hemû wezîrên YNKê, her yek di wezareta xwe de, karê xwe kirine û karûbarên welatiyan birêve dibin û ti pirsgirêk di karûbarên wezaretên me de derneketine.”
NÊRÎNA YNKÊ LI SER LIDARXISTINA HILBIJARTINÊN PARLAMENTOYA KURDISTANÊ
Bêgerd Talebanî got: “YNK partiyek e baweriya wê ya temam bi demokrasiyê heye û yek ji prensîbên sereke yên demokrasiyê jî mijara hilbijartinan e. Ji ber wê jî YNK ti carî ji hilbijartinan natirse û astengiyan derdixe pêş. Lê belê, dibe ku li ser lidarketina hilbijartinan hin têbîniyên wê hebin.
Da zanîn jî, têbîniyên wan li ser proseya hilbijartinên yên xulên berê yên Parlamentoya Kurdistanê jî hebûn. Got jî: Bi qasî ku ez dizanim piraniya nakokiyên di navbera her du dezgehên hilbijartinan ên PDK û YNKê de hatine çareserkirin û têgihiştinek hevbeş heye. Di navbera her du aliyan de çend xal mane ku pêwîst e di derbarê hilbijartinan de bigihin ‘nerîneke hevbeş’, lewma em hêvî dikin ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.”
ASAYÎKIRINA PÊWENDIYÊN YNK Û PDK’Ê
Bêgard Talebanî got, dibe ku YNK û PDK di çarçoveya karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, nêrînên wan ên cuda li ser çawaniya birêvebirin û pêkanîna daxwazên me hebin. Lê nabe ev cudahî bigihin wê astê ku “em dijminatiya hev bikin”, ji ber ku dê bandoreke gelek xirab li ser pêgeha miletê me bike, hem li ser asta Iraqê û hem jî li ser asta navdewletî. Lewma bi dîtina min civîna duhî a di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de, gaveke girîng e ji bo çareserkirina rexne, têbînî û pêşniyarên tîma wezîrên YNKê.
Her wiha got jî, têkçûna pêwendiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bandoreke rasterast li ser jiyana xelkê Herêma Kurdistanê dike. Amaje bi wê jî da, dibe ku hin kes hebin ku berjewendiya wan di têkçûna pêwendiyên PDK û PDK’ê de hebe, ji ber wê dema ku YNK û PDK lihev bikin û bi hev re kar bikin, ew ê berjewendiyên xwe jidest bidin.
Bêgerd Talebanî bi pêwîstî zanî ku berpirsên PDK, YNK û Tevgera Goranê ji wê yekê têbigihin ku berjewendiyên gelê Herêma Kurdistanê ew e ku bi hev re kar bikin, hevpeymaniyeke rasteqîn pêk bînin, desthilatên xwe di hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi cih bînin û li ser asta niştimanî di çarçoveya Iraqeke federal de bigihin daxwazên xwe.
CIVÎNA SEROKWEZÎR MESRÛR BARZANÎ Û CÎGIRÊ SEROKWEZÎR QUBAD TALEBANÎ
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û di wê hevdîtinê de, pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di atmosfereke erênî de, pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nava Encûmena wezîran de, hevnêrîn bûn.
Her di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rewşa dawî ya siyasî ya Herêm û navçeyê û tekezî li ser parastina tebayî û yekrêziya navxweyî ji bo parastina berjewendiyên netewî û mafên destûrî yên welatiyên Herêma Kurdistanê.