200 milyar dînar ji Bexdayê gihîşt Herêma Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê belav kir, îro 200 milyar dînar derbasî hesabê bankê yê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê bû.
Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê îro 9ê Gulana 2023an di daxuyaniyekê de belav kir, li ser biryara Encûmena Wezîran a Iraqê, îro 200 milyar dînar gihîşt hesabê bankê yê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.
Ji aliyekî din ve, Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Fares Îsa ji K24ê re ragihand, sibe 200 milyar dînarên din dê bigihê hesabê bankê yê Wezareta Darayî û Aborî li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.
Ev yek di demekê de ye, berî demekê de Şêwirmendê Darayî yê Serokwezîrê Iraqê Mezher Mihemed Salih di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê ragihandibû, “Dabînkirina mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, erkekî exlaqî ye û weke ku çawa di bûdceyê de hatiye diyarkirin, em ê pêbendî wê bibe.”