Artêşa Iraqê li Pelkane sê cotkarên Kurd desteser kirin

Kerkûk (K24) – Îro ji danê nîvro ve Artêşa Iraqê li gundê Pelkane sê cotkarên Kurd desteser kirine û dest danîne ser du traktoran û wesayîteke kar.

Şofêrê wesayîta kar ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Ez tenê di rê de bûm, ber bi cihekî din ve diçûm, Artêşa Iraqê ez desteser kirim û dest danîn ser wesayîta min.

Beriya niha jî Nûnerê Cotkarên Sergeran Mihemed Îsmaîl li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re diyar kiribû, artêşa Iraqê bi fermî hemû cotkarên Kurd ên deverê agahdar kiriye ku her kesê karê çandinî û avdaniyê bikde, dê were desteserkirin û cezakirin.

Mihemed Îsmaîl daxwaz kiribû ku bilez serkirdetiya siyasî ya Kurd çareseriyekê bibînin û eger ev mijar neyê çareserkirin, xebat û keda wan a îsal ji dest biçe û metirsiya şewitandina berhemên wan heye.

Îro di dema reşandina derman û karê çandiniyê de artêşa Iraqê cotkarên Kurd ên li gundê Pelkane yê ser bi navçeya Sergeran desteser kirin.

Fly Erbil Advertisment