Armanca vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî çi ye?

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî û amadebûna bi dehan serkirde û kesayetiyên Kurdistanî, Iraqî û biyanî, Yadgeha Niştimanî ya Barzanî tê vekirin.

Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî (BNM), navendeke zanyarî û lêkolînê ye, ji bo ku nifşên bê wan êş û azarên nifşê berê ji bîr nekin. Yadgeh spardnameyek e ku behsa mana gelê Kurd dike û nameyeke berdewam a pêkvejiyan û aştiyê ye. Serdanger û nivîskar dikarin ji gelek çavkaniyên pirtûkxane û muzeyê sûd werbigirin, ligel hebûn pirtûkxaneyeke eliktironî ku li her devereke cîhanê bedrest dibe. BNM di heman demê de cîhê taybet ji bo semîner, konferans û pêşangehan peyda kiriye. Serdanger dikarin di nav dîrokê de rêwîtiyek bikin û di heman demê de dikarin bi bedewî û dîzayna nûjen a Yadgehê bibînin ku behsa serkeftina berxwedana sed salan a gelê Kurd a ku di encamê de azadî ji bo gelê me pêk hatiye, kêfxweş bibin.

YADGEHA NIŞTIMANÎ YA BARZANÎ (BNM)

Yadgeha Niştîmanî ya Barzanî saziyeke kulturî ya Herêma Kurdistana Iraqê ye ku ji bo bîranîna giyanê pak ê Mistefa Barzanî ye ku sembola tevgera berxwedana Kurd e. Li gor nêrîna Mistefa Barzanî bo Kurdistaneke yekgirtî, BNM rêzê li hemû serkirdeyên Kurd ên ku hilmetên mezin ji armanca azadiyê bi rê ve birine, digire. BNM saziyeke kulturî ye ku armanca wê hişyarkirina her aliyekî ye ku civaka Kurdistanê di çi re derbas bûye û çawa hatiye vê rojê. Ev jî ji bo nifşên Kurdistanê ye ku çawa bav û kalên wan ji bo bidestxistina mafên xwe di nava zor û zehmetî û êşan re derbas bûne.

ARMANC

Armanc BNM fêrkirina nifşên niha û yên paşerojê ye, di heman demê de êş û azarên miletê kurd li kêleka tevgera Barzanî û berdewamiya hewlên wî yên ji bo yasayên pêkvejiyanê, mafên kêmneteweyan û parastina xwezayê nîşan bide.

MUZEXANE

Muzexane bi hûrgilî hatiye dîzaynkirin ku ew çiya û şikeftên ku bi salan neteweya Kurd wek mertal parastiye, nîşan bide. Miletê Kurd hertim amaje bi wê yekê dike ku dostên wan tenê çiya bûne, loma jî muzexane malek e ji bo wan dostên rast. BNM serdangeran ber bi geşteke dîrokî dibe, bi riya nîşandana gelek wêneyan di galeriya xwe de û pêşandana berhemên dîrokî û çîrokên ku li gorî dema bûyeran hatine organîzekirin.

ŞIKEFT

Jûra şikeftê wek şikefta ku Mistefa Barzanî tê de demeke girîng derbas kiriye hatiye çêkirin. Barzanî û rêhevalên wî her tim di dema topbaran û şer de, şikeft wek cihê veşartinê bikar anîne. Şikeft her tim beşeke girîng a jiyana gundiyên herêmên çiyayî yên Kurdistanê mane.

BEŞÊN BNM

Muzexaneya Yadgeha Niştimanî ya Barzanî, yek ji muzexaneyên giştgîr û cihêreng e. Yek ji taybetmendiyên wê ew e ku ew qadek mezin a li derve peyda dike ku tê de gelek bûyerên çandî bêne lidarxistin. Ev meydana mezin xwedî atmosferek pir aram e, ku bedewiya xwezayî ya deverê nîşan dide.

Di Yadgehê de jûreke şanoyê heye ku bi riya kurtefîlmên û belgefîlman re, dîroka Barzanî pêşkêş dide, her wiha galeriyek jî heye ku berhemên wênesazên navdar ên herêmê nîşan dide.

Di heman demê de holeke civînan li BNM heye û çend jûrên semîneran ji bo her cûre konferans û semîneran jî vedihewîne. Yek ji armancên wê ew e, rêjeyeke berfireh ji jêderan ji lêkolîner û xwendevanan re peyda bike.

Pirtûkxaneyek li Yadgeha Niştimanî ya Barzanî heye ku tê de hejmareke berçav ji pirtûk û belgeyan tê de hene. Ji bo kesên ku nikarin biçin pirtûkxaneyê û ji hêla teknolojîk ve bêtir jêhatî ne, ew dikarin di pirtûkxaneyek elektronîkî de bigihin jêderan. Gelek odeyên civînê yên biçûk û mezin û kafeteryayek mezin heye ku dikare heya 300 kesan tê de bihewîne.

Fly Erbil Advertisment