Bernard Kouchner: Sedema serdana min a Herêma Kurdistanê aştî ye
Wezîrê berê yê Derve yê Fransayê Bernard Kouchner bi mebesta beşdarbûna di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de ragihand, sedema serdana wî aştî ye.

Hewlêr (K24) – Wezîrê berê yê Derve yê Fransayê Bernard Kouchner bi mebesta beşdarbûna di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de ragihand, sedema serdana wî aştî ye.
Îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023an, Wezîrê berê yê Derve yê Fransayê Bernard Kouchner ragihand: “Ez ji bo vê muzexaneya nuwaze hatim vexwedin, sedema sereke ya vexwendina min ew bû ku guh bidim gotaran, kêfxweş bûm, çimkî hemûyan behsa aştî û pêşniyara aştiyê dikirin.”
Bernard Kouchner derbarê gotarên Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê de got: “Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê behsa aştiyê dikirin, loma werin em çaverê bin, sedema serdana min aştî ye.”
Îro 11ê Gulana 2023an bi serperiştî û amadebûna Serok Barzanî û bi amadebûna mêvanên navxwe û Iraqî û biyanî, merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî birêve çû.