Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zêdetirî 2 milyar dînar ji bo rûbirûbûna nexweşiya tayê xwînberbûnê terxan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 2 milyar û 771 milyon dînar ji bo rûbirûbûna nexweşiya taya xwînberbûnê terxan kir.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, di çarçoveya giringîpêdana Kabîneya Nehem bi sektora çandiniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da li ser xerckirina 2 milyar û 771 milyon dînar bo sektora çandiniyê, bi mebesta dabînkirina kelûpelên pêwîst bo rûbirûbûn û kontrolkirina nexweşiya taya xwînberbûnê, ji bo parastina ajelan û tenduristiya giştî li Herêma Kurdistanê.

Amaje bi wê kir, ev bire pere li ser budçeya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê were xerckirin.

Fly Erbil Advertisment