Zara klîpa xwe ya strana Keynê belav kir
Hunermenda Kurd a navdar a Rûsyayê Zara Paşa Mihoyî vîdeo klîpa xwe ya strana bi navê "Keynê" belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd a navdar a Rûsyayê Zara Paşa Mihoyî vîdeo klîpa xwe ya strana bi navê "Keynê" belav kir.
Roja 17ê Gulana 2023an, Zara Paşa Mihoyî yekem albuma xwe ya bi Kurdî belav kiribû ku ji 10 stranan pêk tê û îro jî vîdeo klîpa strana "Keynê" belav kir.
Albuma Zara ya bi navê “Klama Dilê Min” ji 10 stranan pêk tê: Keça Kurd in, Emanê, Dayê, Ez Kevok im, Ez Berf im, Welatê Min (ligel Şivan Perwer), Lê Lê Rihê, Gira Sîra (ligel Tara Mamedova) Keynê û Newroz.
Zara bi zêdetirî 10 zimanan stranan dibêje û li çaraliyê cîhanê xwedî cemawereke mezin e, ew li ser dikê û di konserên navdewletî de nijada xwe ji bîr nake û bi serbilindî dibêje ez Kurd im.
Zara ji ber karên xwe yên xêrxwazî û mirovî di Kanûna 2016an de ji aliyê UNESCOyê ve wek Balyoza Aştiyê hat binavkirin.
Herwiha ji ber karê xwe yê hunerî ve jî di marasîmekê de li Koşka Kremlinê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve nasnav û xelata Hunermenda Dilsoz a Rûsyaya Federalî pê hat bexşandin.