Li Stenbolê pêşangehek bi navê "Xanî" hat vekirin

Stenbol (K24) – Li Stenbolê cara yekem bi navê “Xanî” li ser zanyarê navdar Ehmedê Xanî pêşangehekê tê sazkirin. Di pêşangehê de bi xebatên ji hev cudatir bal tê kişandin ser kar û xebatên Kurdî yên rewşenbîrê Kurd û cara ewil bi rêya hunera dîtbarî anku jîrîtiya çêkirî ji berhema wî herî navdar “Mem û Zîn” çend beyt tê xwendin.

Şair, feylesof û rewşenbîrê navdar ê Kurdan Ehmedê Xanî di pêşangeha bi navê "Xanî" de ku yekem car li ser navê wî li Stenbolê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê vekirin bi rêya jîrîtiya çêkirî wek formeke hunera dîtbarî tê nîşandan û tê da ji berhema wî ya herî navdar Mem û Zîn çend beyt tê xwendin.

Hunermend Taylan Mîntaş ku ev pêşangeh vekiriye Ehmedê Xanî ji bo zimanê Kurdî wek xaniyekî pênase dike.

Hunermend Taylan Mîntaş ji K24ê re got: “Dema em xaniyekî çêdikin, ji bo ku merivan talûke û xerabiyên ji derva biparêze çêdikin. Ehmedê Xanî wekî xaniyekî metaforik zimanê Kurdî parastiye, kedeke mezina daye bo xebatên Kurdî. Min jî bi vê pêşangehê xwest em xwedî li Ehmedê Xanî derkevin û baştir wî nas bikin, bidin nasîn. Wî xwedî li me li zimanê derketiye çima em jî xwedî li xebatên wî dernekevin. Derheqê mirovekî de çiqas xebatên cur bi cur bê çêkirin nav û karên wî zêde belav dibe û nayê jibîrkirin.”

Di pêşangehê de bi qasî 20 berhemên hunerî yên wek tablo, peyker, wêne cîh digirin. Di tabloyekê de ku wêneyê Xanî hatiye xêzkirin û li derûdora resmê vala hatiye hiştin da ku her beşdarên pêşangehê peyamekê bo zanyarê Kurd Ehmedê Xanî binivîsin.

Nivîskar Nîhad Gultekîn dibêje: “Ehmedê Xanî 300 sal berê dema zimanên din ên Osmanî, Farisî, Erebî serdest bû berhemên xwe Kurdî nivîsandiye. Xanî, di berhema xwe ya Mem û Zîn de sebeba nivîsandina Kurdî bi awayeke berfireh behs kiriye û di beşeke berhema wî de nivîsek wiha heye: Bila miletên din nebêjin Kurd bê eşq in, bê îrfan û bê kitêb in.”

Ehmedê Xanî ku yekem ferhenga Kurdî-Erebî, yekem pirtûka li ser astronomî, felsefe nivisiye û di berhemên xwe de zêdetir girîngî bi tifaqa Kurdan dide di sala 1650an de li Colemêrgê ji dayîk bûye, di 1707an de çûye ser rehma Xwedê. Tirbeya wî li Bazîda Agirî yê ye.